• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îran daxwaza diyalogê ji Sûriye û Tirkiyeyê dike

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Îran daxwaza diyalogê ji Sûriye û Tirkiyeyê dike
dibêje lazime rêz ji serweriya hev û du bigirin
Derbarê aloziyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê li ser Îdlibê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser twitterê peyamek weşand.

Mihemed Cewad Zerîf di peyama xwe de daxwaz ji Tirkiye û Sûriyeyê kiriye daku rewşê zêdetir aloz nekin û bo çareser kirina kêşeyan bihev re diyalogê bikin û rêz ji serweriya hev û du bigirin.

Zerîf herwiha nivîsandiye ku Îran amadeye di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de miyancîgerî bike.

Hêjayê gotinê ye ku li Îdlibê di nava hefteyekê de artêşa Sûriyeyê du caran li artêşa Tirkiyeyê daye û artêşa Sûriyeyê operasiyonên xwe yên dijî cîhadiyan didomîne.

Rudaw
Top