• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parlamenterekî Feth: Kurdan derketina Heşda Şeibî ji navçeyên nakok anîne ser maseya danûstandinê

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Parlamenterekî Feth: Kurdan derketina Heşda Şeibî ji navçeyên nakok anîne ser maseya danûstandinê
Parlemanterekî Hevpeymaniya Feth ragihand, Kurdan derketina Heşda Şeibî ji navçeyên ku nakokî li ser heye, anîne nava danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.

Parlemanterê Hevpeymaniya Feth, Henîn Qedo ragihand, Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze careke din dosyeya belavbûna hêzên Kurdî li navçeyên Deşta Neynewa, Diyala û Kerkûkê bike rojev ku niha Heşda Şeibî li wan navçeyan bicih bûye.

Henîn Qedo dibêje jî, PDK daxwaz ji Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî jî kiriye ku Heşda Şeibî ji wan navçeyan derbixin.

Bi gotina Qedo, Ellawî hêj derbarê wê yekê de tiştek negotiye û dê di rojên bihê de helwesta xwe aşkere bike.

Hevpeymaniya Feth yek ji fraksyonên bihêz ên nava parlamentoya Iraqê ye, ku ji aliyê Hadî Amirî ve tê serokatîkirin.

Rudaw
Top