• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Divê Sûriye berdeleke giran bide

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Erdogan: Divê Sûriye berdeleke giran bide
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan têkildarî êrîşên li ser hêzên welatê wî li Idliba Sûriyê ragihand, divê Sûriye û aliyên ku êrîşî hêzên me dikin, berdeleke giran bidin. Erdogan herwiha got, ew dê di vê bareyê de sibe Çarşemiyê pêngavên pêwîst ên Tirkiyê aşkere bike.

Erdogan îro Sêşemî 11ê Sibatê li Enqerê di merasima xelatkirina kesayetên gencîneyên zindî de derbarê rewşa Sûriyê, pêşhatên li Idlibê û êrîşên li ser hêzên Tirkiê de axivî.

Erdogan got, ewên ku êrîşî hêzên me dikin, divê berdeleke giran bidin.

Erdogan herwiha diyar kir, ew dê sibe Çarşemiyê di civîna Fraksyona AK partiya ya li parlamentoyê de pêngavên pêwîst ên Tirkiyê yên derbarê rewşa Idlibê û bersivdana êrîşên li ser hêzên Tirkiyê yên li wê herêma Sûriyê aşkere bike.

Erdogan got: “Duh rejîmê bi awayekê cidî bersivên wek belayê dît, lê têrê nake, dê berdewamiyê jî bihê. Her kes êrîşî me bike, dê berdelên giran bide. Ez dê sibe di civîna komê de pêngavên ku bêne avêtin, aşkere bikim.”

Her îro di berdewamiya aloziyên navbera Tirkiyê û Sûriyê de, helîkoptereke artêşa Sûriyê li nêzîk bajarokê Seraqib, li rojhilatê parêzgeha Idlibê ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hat xistin.

Pêr Yekşemiyê jî artêşa Sûriyê, li sînorî Idlibê êrîşî binkeya leşkerî û xala çavdêriya Tirkiyê li Teftenaz kiribû, ku li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di wê êrîşê de 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûn.

Rudaw
Top