• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hejmara miriyên nexweşiya Koronayê gihîşt 1017 kesan!

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Hejmara miriyên nexweşiya Koronayê gihîşt 1017 kesan!
Hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt hezar û 17 kesan.

Li gorî amarên dawî, li Çînê û cîhanê hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, hezar kes derbas kir û gihîşt 1017 kesan. Bi vî rengî di nav 24 saetên borî de 108 kesan ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Hejmara berkeftiyên wê nexweşiyê jî gihîştiye 42 hezar û 644 kesan.

Tê gotin ku li Çînê 4 hezar û 21 kes û li welatên din jî 57 nexweş baş bûne.

Basnews
Top