• Tuesday, 10 February 2026
logo

Milîsên Heşdî Şeibî bûne sedemê tirsê li navçeyên Kurdistanî

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Milîsên Heşdî Şeibî bûne sedemê tirsê li navçeyên Kurdistanî
Berpirsekî PDKê li sînorê navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê, behsa wê yekê dike ku berpirsên milîsên şîe li wan navçeyan bûne cîhê tirs û xofa hemwelatiyan û dibêjin bo pirsên kesî û civakî hêza leşkerî bikartînin.

Berpirsê lijneya navçeyên Cebare û Qeretepe yê PDKê Kemal Îbrahîm îro 11.02.2020ê ji basnewsê re ragehand: ‘’Milîsên şîe li gundên sînorê bajarokên Cebare û Qeretepe bûne cîhê tirs û xofê, ji ber milmilaneyên kesî û pirsên civakî de li hember nehezên xwe hêz bikartînin.’’

Herwaha got: ‘’Li gundê Serincar a ser bi bajarokê Cebare berpirsekî milîsên Heşdî Şeibî li ser pirseke civakî ku peyvendiya xwe bi jinekî ve heye, hummerên leşkerî anîne ser kesekî ku pirsgirêka xwe bi wî kesî re hebûye.’’

Wî berpirsê PDKê got: ‘’Ji ber reftarên berpirsên milîs xelk di tirs û xofê de ne.’’

Basnews
Top