• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel wezîrê derve yê Îraqê civiya

Gulan Media February 11, 2020 Nûçe
Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel wezîrê derve yê Îraqê civiya
Kurdistan bi merc piştgîriya hikûmeta nû ya Îraqê dike


Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê civînê de wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 11/2/2020 me pêşwaziya wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Elhekîm kir û derbarê pêşhatên dawî yên Îraq û deverê de giftûgo kir û tekez li ser aramiya rewşa Îraqê, ava kirina hikûmeteke giştgîr yaku cîhê rezamendiya piraniya xelkê Îraqê be kir.

Her di heman civînê de têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral nirxandin û me tekez li ser vê yekê kir ku em piştgîriya hikûmetek dikin ku pêbendî mafên destûrî yên herêma Kurdistanê be.

Top