• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rêveberekî Kendavê derbarê peyvendiyên Îsraîl û welatên ereb de aliyên veşartî aşkera dike

Gulan Media February 10, 2020 Nûçe
Rêveberekî Kendavê derbarê peyvendiyên Îsraîl û welatên ereb de aliyên veşartî aşkera dike
Rêveberekî Kendav a erebî derbarê peyvendiyên Îsraîl û welatên ereb de di çarçoveya peymana sedsalê de aliyên veşartî aşkera dike.

Serokwezîrê berê yê Qeterê Hemed Bin Casim El Sani di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, di pêngavên pêş ên bicîhanîna peymana sedsalê de, Îsraîl peymana êrîş nekirina ser hev dê li gel welatên Siûdiye, Qeter, Îmarat, Behrên, Kuwêt, Uman, Misir, Urdin û Fasê îmza bike.

Hemed Bin Casim El Sani amaje bi wê yekê jî kir, ku ew dijî aştiyekî dadperwer nîne li gel Îsraîlê û bê ku nav jî bîne dibêje, welateke ereb soza piştevaniya peymana sedsalê dabû, lê ji ber givaşa çapemeniyê piştevaniya xwe aşkera nekiriye.

Roja 28.01.2020ê serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî peymana sedsalê ragehand, ku planekî nû ye û mafê damezrandina dewletê dide Filîstiniyan û Orşelîm jî wek paytexta Îsraîlê pênase dike.

Basnews
Top