Meşayix: Nakokiyên siyasî ên MSD û ENKSê nîn in, nakokî bi rêjîma Sûriyê re ne
Di wê derbarê de, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û endamê şanda MSDê ya serdana Himêmîm kiriye Mustefa Meşayix ji K24ê re ragihand, li ser vexwandina Rûsya ew çûn Himêmîm, berî sala nû li Qamişlo jî ew bi şandeke Rûsî re civiyabûn, ev civîna Himêmîm jî berdewamiya wê civîna berê bû.
Meşayix diyar kir, di civîna li Himêmîmê de şandeke bilind ji Rûsyayê hatibû. Şanda wan jî ji nûnerên partiyê siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser pêk hatibû.
Li ser naveroka civînê ragihand, “Di civînê de me got, em wek Kurd û wek pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyê amade ne bi rêjîmê re danûstandinê bikin û hemû pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin. Pirsa Kurdî jî pirsa sereke ye, em wek nûnerên partiya siyasî, dixwazin pirsên netewî û pirsên niştimanî ên Sûrî bi tevahî çareser bikin”.
Amaje bi wê jî da, “Piştî civîna Himêmîmê, şandeke me serdana Şamê kir û di bin çavdêriya Rûsya de hin hevdîtin kirin. Me li hev kir ku em û rêjîma Sûriyê dest bi danûstandinê bikin, danûstandin jî di bi riya komîteyên bêne avakirin be. Danûstandin dê li ser yasaya Rêveberiya Xwecihî ya di destûra sala 2012an de hatiye û li ser Girêbesta Civakî û peykerê Rêveberiya Xweser bê kirin. Herwiha me got jî, pirsa netewî ya Kurdî jî dê di xalên serdestûrî de bêne guftûgokirin.”
Herwiha got jî: “Me ji Hikûmeta Sûriyê û Rûsiyan re got, yasaya Rêveberiya Xwecihî têra me nake, pirsa Kurdî, pirsa Rêveberiya Xweser û pirsa leşkerî û HSDê çareser nake, li cem me jî nexşerêyek ji çareseriya Sûriyê bi giştî heye. Lê di qonaxa niha de, ya girîng ew e, em û rêjîmê amade ne danûstandinê bikin û Rûsya jî amade ye hewlên xwe yên cidî bike, ta em bigihin hev.”
Li ser yekrêziya helwesta Kurdî, Meşayix got: “Me dixwast yekrêziya helwesta Kurdî hebûya û aliyê ENKSê jî di danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re hebûya. Herwiha me hêvî dikir jî li danûstandinên Cenêvê jî platform Kurdî hebe.”
Derbarê nexşerêya çareseriyê ya Kurdî de got: “Pêştir di rêkeftinên Hewlêr û Duhokê de me li ser pirsên siyasî lihev kiriye û ti nakokî tê de nîn in. Heger niha ew vîn hebe, em dikarin bi hev re li gor merc û pêşhatên nû, nexşerêyeke nû danin. Nakokî di pirsên siyasî di navbera aliyên Kurdî nîn in, nakokî li cem rêjîmê hene, ka ew heta kû derê dikare amade be”.
K24
