• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şîretkarekî Muqteda Sedir serokwezîrê nû yê Iraqê tehdîd kir!

Gulan Media February 10, 2020 Nûçe
Şîretkarekî Muqteda Sedir serokwezîrê nû yê Iraqê tehdîd kir!
Kesekî nêzîkî serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir dibêje, eger serokwezîrê nû yê Iraqê wezîrên kabîneya xwe ji alîgir û endamên partiyên siyasî destnîşan bike, dê di nav sê rojan de hikûmeta wî hilweşînin!

Hîn xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Tofîq Ellawî dest pê nekirine, tehdîdan jî dest pê kir!

Şîretkarekî Muqteda Sedir bi navê Kazim Îsawî ragihandiye, divê wezîrên hikûmeta nû alîgir û endamên ti partiyeka siyasî nebin.

Kazim Îsawî her wiha gotiye, eger wisa nebe ewê di nav sê rojan de hikûmeta nû hilweşînin!

Wî şîretkarê Muqteda Sedir daxwaz ji Mihemed Ellawî kiriye kabîneya xwe beriya ku mohleta qanûnî xilas bibe, pêşkêşî parlementoyê bike.

Basnews

Top