• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Lîbyayê amadekariyên şereke mezin tên kirin

Gulan Media February 9, 2020 Nûçe
Li Lîbyayê amadekariyên şereke mezin tên kirin
amerîka dibêje vê ew şerê han gelek dijwar be
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Trablusê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa vê yekê kiriye ku her du aliyên şerker yên li Lîbyayê hêzên Xelîfe Xefter û hêzên Feyaz Serac dest bi amadekariyên berfire bo şereke gelek mezin kirine.

Balyozxane daye diyarkirin ku zaniyariyên cîhê baweriyê ketine destê wan ku her du alî xwe bo şereke gelek mezin û dijwar li Lîbyayê dikin.

Balyozxaneya Amerîkayê herwiha daxwaz ji NY û civaka cîhanî kiriye daku bo pêşî girtin ji şer gavan bavêje û ev her du aliyan bo ragihandina agirbestê lihev bîne.
Top