• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pêşmerge li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî

Gulan Media February 9, 2020 Nûçe
Pêşmerge li Germiyanê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro sibê li sînorê Germiyan operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn û di encamê de pêşmergeyek bi sivik birîndar bû.

Cîgirê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Germiyan Qareman Kemal ji Rûdawê re diyar kir ku îro Yekşemê 9ê Sibatê li herêma Germiyan û derdora wê operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn û got: “Operasyon li ser daxwaza xelkê navçeyê bûye.”

Qareman Kemal da zanîn ku Hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûne, lê çekdarên DAIŞê reviyane û navçe bicih hiştîne.

Herwiha Qareman Kemal diyar kir ku bombeyeke pêştir hatibû vedan teqiya û di encama wê teqînê de pêşmergeyek ser bi yekîneyên 70mîn ve birîndar bûye, lê metirsî li ser nîne.

Cîgirê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Germiyan amaje bi wê yekê kir ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyê zêdir bûne û ew operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê hate encamdan.

Ev operasyona Pêşmerge di demekê de ye ku tevgera DAIŞê li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanî zêde bûne.

Rudaw
Top