• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka binkeyeke serbazî ya nû li Hesekê ava dike

Gulan Media February 8, 2020 Nûçe
Amerîka binkeyeke serbazî ya nû li Hesekê ava dike
Hêzên Amerîkî binkeyeke serbazî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava dike.

Rewanegeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir, hêzên Amerîkî dest bi avakirina binkeyeke nû serbazî li taxa Giwêran a bajarê Hesekê kiriye.

Diyar kir jî, cihê hêzên Amerîkî binkeya xwe lê ava dikin, pêştir bingeha berevaniyê ya Rêveberiya Xweser bû.

Ev yek di demekê de, pêştir û bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê re, Amerîka hêzên xwe j beşek ji hêzên xwe vekişandûn.

Ji wê demê ve jî, Amerîk û Hevpeymaniya Navdewletê jî hêza zêdetir dişînin Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê HSDê de û car caran jî gerên çavdêriyê dikin.

K24
Top