• Wednesday, 11 February 2026
logo

Vîrusa Koronayê: Hejmara miriyan gihişt 723 kesan

Gulan Media February 8, 2020 Nûçe
Vîrusa Koronayê: Hejmara miriyan gihişt 723 kesan
Li gor amarên hikûmeta Çînê, heta niha hejmara kesên ku ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane gihiştiye 723 kesan û herwiha 34 hezar û 723 haletên tûşbûna bi wê vîrusê hatine tomarkirin. Wî pizîşkê ku hişyariya belavbûna Koronayê da jî canê xwe ji dest da.

Vîrusa Koronayê, di dawiya sala 2019an de li bajarê Wuhan ê Çînê serî rû da û belav bû. Li gor zanyariyan çavkaniya wê vîrusê şevşevok bûye û piştre derbasî mirovan bûye.

Hevdem berpirsên Çînê ragihandin, li Wênilyangê, ew pizîşkê ku yekem car hişyarî dabû derbarê belavbûna vîrusê de, roja Înê canê xwe ji dest da.

Heta niha jî tevî çendîn hewlên li ser asta navxwe ya Çînê û li ser asta navdewletî, çareseriyek nehatiye dîtin ji bo rê li bergirtin û pûçkirina vîrusa Koronayê û her ku diçe ew vîrus belav dibe û hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Li gor dawîn amarên hikûmeta Çînê heta niha 723 kesan ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane û 34 hezar û 546 kes jî tûşî vê vîrusê bûne.

Rudaw
Top