• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka êrîşên hovane bo ser xwepêşandanên aştiyane şermezar kir

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Amerîka êrîşên hovane bo ser xwepêşandanên aştiyane şermezar kir
Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di daxûyaniyekê da, êrîşên hovane yên şeva Çarşemê 5ê Sibatê li bajarê Necef bo ser xwepêşandanên aştiyane şermezar kir. Êrîşên bûne sedema kuştin û birîndar bûna hejmarek xwepêşanderên aştîxwaz.

Di daaxûyanuyekê da Balyozxaneya Amerîkayê ragihand: "Mixabin ku hêjî dihêlin, grûbên çekdar serwerîya yasayê binpê bikin û li dij welatiyên aştîxwaz yên mafên xwe yên demokratî di azadîya ramanê da dibînin û daxwazên çaksaziyên siyasê û aborî dikin, lê ew tawanbar serbestin û nayên siza dan".

Daxûyaniya Balyozxanê dide zanîn ku, erkê hikûmeta Iraqê û hêzên ewlehiyê ye, sinorekî bo wan rêgiran danin, yên ku kesên çalakvanên sivîl û rojnamevanan di kujin û wan direvînin, herwiha çekan li dij xwepêşanderan bikar tînin, li wan didin û konên protestoyên aştîyane dişewitînin.

Basnews
Top