• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xaneqîn- DAIŞê bav û kurek kuşt

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Xaneqîn- DAIŞê bav û kurek kuşt
Duhê êvarê çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li navçeya Xaneqînê êrîşî gundekî erebnişîn kirin û ji di encama wê êrîşî da bav û kurek kuştin. Herwiha hemwelatiyekî din jî birîndar kirin.

Berppirsê Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê Talet Refat, ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Elî Sedûn ê ser bi Xaneqînê kirin.Herwiha di encama wê êrîşê da 2 hemwelatî kuştin û yek jî birîndar kirin.

Herwiha Talep Refat da zanîn ku kuştî bav û kur in û hemû qurbaniyên vê êrîşê rêgezereb in.

Basnews
Top