• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî spasiya helwesta Fransa li hember Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Serok Barzanî spasiya helwesta Fransa li hember Herêma Kurdistanê dike
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû, Serok Barzanî spasî Serok û Hikûmeta Fransa kir ji bo pêdana çareserî û dermankirina Mihemed Hemîd, ew kurê lawê Kurdê Sûriyê ku bû sedema wê yekê ku ji mirinê bê rizgarkirin.

Serok Barzanî pesnê helwesta dostane û mirovane ya Fransa li beranber gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûr bi cûr de kir û ragihand ku Fransa dewleta prensîp û bihayan e.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Bexda pêzanînên xwe ji aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê hebû û tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan herdem xwazyarê pêşxistina peywendî û dostayetiyê bi gel gelê Kurd re ye.

Di beşeke din a vê civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û girjî û alozî û qeyranên Iraqê hate nirxandin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya vegerana aramî û bicîhkirina daxwazên rewa yên xelkê kirin. Her wiha ronahî xistin li ser rola rêxistina Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya ji bo yarmetîdana Iraqê li çareserkirina kêşeyên wê, vekirina dergeha diyalogekî niştimanî ya giştgîr.

K24
Top