• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokkomarê Îraqê serdana Serok Barzanî kir

Gulan Media February 7, 2020 Nûçe
Serokkomarê Îraqê serdana Serok Barzanî kir
behsa ava kirina ahikûmeta nû ya Îraqê kirin


Îro Serokkomarê Îraqê Berhem Salih piştî ku bi hserdanek gehêşte Hewlêrê, serdana nivîsgeha Serok Barzanî kir û ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de Serok Barzanî û Berhem Salih behsa rewşa siyasî ya Îraqê, prosesa ava kirina hikûmeta nû û pîwerdar kirina Serokwezîrê nû kir.

Her di heman civînê de her du alî behsa çawetiya derbas kirina qirîzên niha yên li Îraq, vegerandina aramiyê bo Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Top