Li Minbicê 2 deriyên sînorî tên vekirin
Li ser daxwaza Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Sivîl ya herêma Minbicê û gundewarên wê, biryar da ku 2 deriyên sînorî veke.
Deriyê yekem yê Um Cilûd e, li bakurê rojavayê Minbic ye û deriyê duyem jî yê On Dadat e li bakurê Minbicê ye.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a Minbicê, roja 6ê vê meha Sibatê, ew herdu derî, ji aliyê Rêveberiya Deriyên Sînorî û Hêzên Ewlehiya Navxwe û Rêveberiya Gumrikê ve têne vekirin.
Vekirina wan herdu deriyan piştî wê yekê tê, ku ji 3 mehan ve, bi sedema operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê, di Cotmeha derbasbûyî de, hatibûne girtin.
Deriyê On Dadat ji bo derbasbûna sivîlan e, lê deriyê Um Cilûd ji girîngtirîn deriyên bazirganiyê ye, di navbera Minbic û Cerablusê de, li bakur rojhilatê Helebê.
Rudaw
