• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî û balyozê Amerîkayê behsa çend mijaran kir

Gulan Media February 6, 2020 Nûçe
Serok Barzanî û balyozê Amerîkayê behsa çend mijaran kir
tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kirin
Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraqê, prosesa siyasiya Îraqê û pîrwerdar kirina Serokwezîrê nû yê Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de Serok Barzanî û Tueller tekez li ser çareser kirina kêşeyan û cîhbicîh kirina daxwazên Xwepîşanderan kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê anîn ziman û Tueller rola Serok Barzanî ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê bi girîng wesif kir.

Di dawiya civînê de tekez li ser bihêztir kirin û domandina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.

Top