• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka 400 serbazî bo parastina balyozxaneya xwe dişine Bexdayê

Gulan Media February 6, 2020 Nûçe
Amerîka 400 serbazî bo parastina balyozxaneya xwe dişine Bexdayê
Îro roja çarşemê 05. 02. 2020an Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku wê 400 serbazê din bo parastina balyozxaneya xwe bişîne Bexdayê. Herwiha wê kare van serbazan cîbicîkirina sîstema mûşekî patiryot be û parastina herêmê.

Herwiha Parlementoya iraqê jî beriya bi çend hefteyan biryara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê pesend kirbû. Wezareta Berevaniya Amerîkayê dijî wê biryara behsa şandina serbazên nû bo Iraqê kir.

Herwiha berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê ji medyaya welatê xwe ra aşkere jî kiriye ku wan bo şandina 400 serbazên din û bicîhkirina sîstema mûşekî ya patriyot li herêma kesk baregehên serbazî û balyozxaneya Amerîkayê dest bi danûstendinê kiriye.

Herwiha berpirsê Amerîkayê daye zanîn jî Amerîka ewlehî û asayîşê li Iraqê bi cî dike.

Basnews
Top