• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî mercê bo piştgiriya serokwezîrê nû yê Iraqê aşkere kir

Gulan Media February 6, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî mercê bo piştgiriya serokwezîrê nû yê Iraqê aşkere kir
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, berbijêrê postê serokwezîrê nû yê Iraqê, eger yekdengiya aliyê siyasî li ser hebe, Herêma Kurdistanê ji bo seqamgiriya Iraqê dibe alîkar.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro, li gel Balyozê Fransayê li Iraqê Bruno Ubertu şanda li gel civiya.

Nêçîrvan Barzanî di wê kombûnê de ragihand, her berbijêrekî serokwezîriya Iraqê yekdengî li ser be, Herêma Kurdistanê dibe alîkar bi mebesta bidestxistina seqamgirî, asayiş û proseyeke siyasî ya serkevtî bo Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê, tekezî li ser, berdewamkirina hewlên bo guftugoyên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan kir û herwiha tekezî li ser hemahengî û hevkariya di navbera civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê û welatên hevpeyman kir bi mebesta rûbirûbûna metirsiya serhildana DAIŞê û danîna mekanîzmayekê bo mayîna hêzên hevpeyman.

Li gor daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, spasiya hevkariya Fransayê kir li navçeyên Şingal, hemahengî û peywendiya Hewlêr û Bexdayê bi mebesta seqamgiriya zêdetir li navçeyê.

Herwiha rewşa niha ya Bexdayê û erkdarkirina Mihemed Tofîq Ellawî bo postê serokwezîriyê û rewşa aborî, asayiş û metirsiya DAIŞê bi giştî, di wê kombûnê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Rudaw
Top