• Tuesday, 10 February 2026
logo

Miks- Hejmara qurbaniyên aşûtê gihiştiye 38 kesan

Gulan Media February 6, 2020 Nûçe
Miks- Hejmara qurbaniyên aşûtê gihiştiye 38 kesan
Hejmara qurbaniyên aşûta navçeya Miksê ya Wanê gihiştiye 38 kesî û ji ber metirsiya rûdaneka nû ya aşûtê xebatên lêgerînê jî hatin sekinandin.

Li gor zanyariyên Walîtiya Wanê aşkere kirine heta niha termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û bi vî awayî hejmara miriyan li gel yên duhê, gihiştiye 38 kesan.

Herwiha li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD) heta niha termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duhê roja sêşemê 05.02.2020an di rêya di navbera Miks û Wanê de aşût bi ser wesayîteke paqijkirina berfê û mînîbusekê de hatibû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin.

Herwiha bo rizgarkirina 2 kesên di bin aşûtê de mabûn jî xebat hatibû destpêkirin û îro derdora demjimêr 12.00ê careke din aşût bi ser tîmên ku xebatên lêgerînê birêve dibirin de ketibû.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî aşkere kir ku wê sibehê dubare xebatên lêgerînê dest pê bikin.

Basnews
Top