• Tuesday, 10 February 2026
logo

Trump ji dadgehîkirinê filitî – Senatoyê ew bê guneh derxist

Gulan Media February 6, 2020 Nûçe
Trump ji dadgehîkirinê filitî – Senatoyê ew bê guneh derxist
Tohmet û gunehên ku Demokratan arasteyî serokê Amerîka Donald Trump kiribûn, ji aliyê Senatoyê ve hatin redkirin.

Duhî dosyeya serokê Amerîka Donald Trump, ku tê de tohmetên “bikaranîna xelet ya desthilatê” û “derxistina astengiyan pêşiya Kongireyê” hebûn, di Senatoyê de ket dengdanê.

Li gorî agahiyan, li ser tohmeta yekem 52 senatoran li hember 47 senatoran deng dan û ew tohmet li ser Trump red kirin. Di tohmeta duyem de jî 53 senatoran li hember 47 senatoran deng dan û ew tohmet jî li ser serokê Amerîka hat redkirin. Bi dûmahîkê de Trump bê guneh derket û ji dadgehîkirinê rizgar bû.

Senatoya Amerîka ji 100 kursiyan pêk tê ku 53 kursî Komarî ne û yên din jî Demokrat in.

Basnews
Top