Esayîb Ehlê Heq: Qeys Xezelî nehatiye kuştin
Duhî televîzyona El Erebiye ya Erebistanê bi awayekî lezgîn ragihandibû, serokê grûba Esayîb Ehlê Heq, Qeys Xezelî li ser hidûdê Îran û Iraqê û di encama bordûmana firokeyên Amerîkî de hatiye kuştin.
Li ser vê yekê, berdevkê wê grûba Heşda Şeibî, Cewad Telîbawî ragihandiye, ew nûçe derew e û Xezelî nehatiye kuştin.
Telîbawî her wiha gotiye, her gava we dît baregehên Amerîkî yên li Iraqê bi ser serê serbaz û fermandeyên wan de hatin şewitandin û hilweşandin, wê çaxê bizanin ew nûçe rast e!
Basnews
