• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê ligel Balyozê Fransa li Iraqê civiya

Gulan Media February 6, 2020 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê ligel Balyozê Fransa li Iraqê civiya
Nêçîrvan Barzanî radighîne her kandîdek postê Serokwezîrê Iraqê, hevdengî liser hebe, herêma Kurdistanê hevkar dibe.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert û şand a pê re civiya. Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Fransa li navçeya Şingalê kir. Herweha tekez kir, ku her kandîde postê Serokwezîr ê Iraqê hevdengî liser hebe, herêma Kurdistanê hevkar dibe û ev yek jî, bi mebesta bidestxistin a aramî û asayişê û prosêsek serkeftî ji bo tevayiya Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku hewlên wan ji bo danûstandinên Hewlêr- Bexda û çareserkirina kêşeyan berdewam dibin. Herweha tekezî li hemahengî û hevkariya di navbeyna civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê û welatên Hevpeyman kir, bi mebesta rûbirûbûn a metirsiyên serîhildana DAIŞê û danî na mekanîzmeyek ji bo man a Hêzên Hevpeymanan.

Herweha çawaniya pêşvebirina pêwendiyên herêma Kurdistanê û Fransa, seredana meydanî ya şanda mêvan ji bo Şingalê, hemahengî û pêwendiyên herêma Kurdistanê û Bexda bi mebesta aramiya zêdetir li navçeyê, rewşa niha ya Bexda û kandîdkirina Mhemed Tewfîq Elawî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê û rewşa aborî beşên din ê wê civînê bûn.

K24
Top