Kurd li benda destpêşxeriya serokwezîrê nû yê Iraqê ne
Biryar e îro Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî ji bo destpêkirina karê avakirina kabîneya hikûmeta nû, dest bi civînên xwe yên bi aliyên siyasî yên Iraqê re bike.
Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji Rûdaw re ragihand, îro Çarşemê Mihemed Tofîq Ellawî li gel aliyên siyasî yên Iraqê dicive, û ji bo vê aramncê jî Kurd li hêviya destpêşxeriya Ellawî ne. Faris Îsa got, piştî destpêşxeriya Ellawî, dê Kurd bi fermî hewlesta xwe nîşan bidin.
Faris Îsa bal kişande ser wê yekê jî ku Adil Ebdulmehdî biryar daye, ku ti civînekê bi aliyên siyasî yên Iraqê re encam nede û li hêviya bidawîhatina erkê xwe ye, û dawî civîna wî jî li gel Mihemed Tofîq Ellawî bû.
Wezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Xalid Şuwanî jî ji Rûdaw re ragihand, Serokwezîrê Raspatî yê Iraqê, ji bo pêkanîna kabîneya xwe, dê li gel aliyên siyasî bicive û dest bi gotûbêjan bike.
Xalid Şuwanî balkişande ser wê yekê jî ku beriya Mihemed Tofêq Ellawî serdana Herêma Kurdistanê bike, peyamên erênî bo hêzên siyasî şandine, ji ber vê yekê, ew daxwazê dikin ku Kurd bi yekdengî pêşwaziya wê peyamê bikin.
Hevdem Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Seid Hedîsî jî ragihand, ku kabîneya niha ya hikûmetê dê li ser meşandina karên xwe berdewam be, heya kabîneya nû bê avakirin, û baweriya parlamantoyê bidest bixe.
Rudaw
