• Wednesday, 11 February 2026
logo

MSD: Kurd, bi rola erênî ya serok Barzanî ve dikarin bigehin rêkeftinê

Gulan Media February 5, 2020 Nûçe
MSD: Kurd, bi rola erênî ya serok Barzanî ve dikarin bigehin rêkeftinê
Berdevkê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) radigihîne, di vê qonaxa niha de divê aliyên Kurdî li ser xalên sereke yên çarenivîsa Kurd pê ve girêdayî ye yekhelwest bin, ji bo cihê xwe di Sûriyeya pêşerojê de biparêzin.

Berdevkê MSDê Emced Osman li ser pêngavên yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, piştî êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî destpêşxeriyek bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî destpê kir, hin astengî û zehmetî li pêş vê destpêşxeriyê hebûn, lê HSDê fişarên xwe kirin û hîşt ev destpêşxerî biser bikeve û zemîneke yekrêziyê peyda bibe.

Emced Osman got: Hin daxwazên ENKSê hebûn û komîte ji bo wan daxwazan ava bûn û cidîbûnek ji aliyê HSDê ve bo serxistina vê destpêşxeriyê hebû, ji ber wê jî ENKSê gaveke erênî avêt û dest bi vekirina nivîsgehên xwe dike.

Berdevkê MSDê diyar kir: Krîza Sûriyê, pirseke navdewletî û doza Kurdî jî di nav de. Heger îradeyeke cidî û rastî ya aliyên Kurdî bo çareserkirina doza Kurdî di Sûriyê de nebe, dê ti destpêşxeriyên din biser nekevin. Ligel wê jî divê pêwendiyên bi hemû aliyên herêmî û navdewletî re li ber çav werin girtin.

Osman ragehand: Ne yekîtiya Kurdî tê xwastin, belkî di vê qonaxa niha de divê aliyên Kurdî li ser xalên sereke yên çarenivîsa Kurd pê ve girêdayî ye yekhelwest bin, ji bo metirsiyên li ser xwe rakirin û cihê xwe di Sûriyeya pêşerojê de biparêzin.

Amaje bi wê jî da: Armanc ew e, em li ser kêmtirîn ast bigihin lihevkirinekê, pêştir jî hin ezmûn hebûn, lê mixabin biser neketin. Ji bo serxistina vê destpêşxeriyê divê aliyên Kurdîstanî jî rolekê bibînin. Herwiha Birêz Serok Masûd Barzanî dikare roleke mezin û erênî bibîne, ta Kurdên Sûriyê bigihin rêkeftinekê.

Basnews
Top