Kerkûk- Çi haleteka virusa korona nehatiye tomarkirin
Îşev roja sêşemê 04.02. 2020an Saman Yabe, ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir ku hîç haletekî vîrusa koronayê li Kerkûkê nehatiye tomarkirin û ew îddîayên di torên medyaya civakî da hatine belav kirin dûrin ji rastiyê.
Herwiha Saman Yabe got: “Bazirganekî xelkê Kerkûkê yê ji Çînê vegeriyabû me ew bir fermangeha tenduristiya Kerkûkê. Herwiha di encama lêkolînan jî da derket holê ku ew bazirgan tûşî wî vîrosa nebûye. Ligor fermana Wezareta Tenduristiya Iraqê her kesê ji Çînê vegere heta 14 rojan divê di bin çadêriya tenduristiyê da be. Heta ku dilniyayê pê hate kirin ku ew vîrus pê ra nîne.”
Saman Yabe amaje bi wê yekê jî kir ku weke fermangeha tenduristiya Kerkûkê wan her amadekariyeka pêwîst kiriye bo berangarbûna vîrûsa koronayê û çend lîjne pêk anîne. Herwiha ew xelkê jî agahdar dikin derbarê xweparastina ji virusê.
Basnews
