• Wednesday, 11 February 2026
logo

Zêdetir ji 100 welatiyên Kurd li Çînê asê mane

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Zêdetir ji 100 welatiyên Kurd li Çînê asê mane
Hejmareke bazirgan û hemwelatiyên Kurd ku karmendên kompaniyên Kurdistanê ne li Çînê, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li wî welatî asê mane û nikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Sîrwan Mihemed, Serokê Odeya Bazirganiya Silêmaniyê, ji Rûdawê re ragihand, “Komeke bazirganên me li wir mane, niha hemû karên xwe rawestandine û hatina derve kêmtir kirine.”

Derbarê hejmara wan Kurdên li wir, Sîrwan Mihemed got, “Ji ber ku rewşeke ji nişkave bû, ez hejmarê nizanim lêbelê xwediyên çendîn kompaniyan ku dost û hevalên me ne, li gel me axivîne û dibêjin zêdetir 100 bazirgan hene.”

Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê, radigihîne, belavbûna vîrusa Koronayê, karîgerî li ser asta bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de dibe lê ne ji bo maweyeke dirêj.

Dara Celîl Xeyat jî dibêje zêdetirî milyarek xelk û bi hezaran bajar tê de ne û diyar dike, “Bo nimûne Pekîn û Şenghay ku cihên bazirganiyê ne, kêşe nînin, her çend nexweşî di zêdebûnê de be, lê çareserî heye û tê kontrolkirin, ji ber hindê li gor min bo maweyekî kurt kar kêm dibin lê bo maweyeke dirêj bawer nakim karîgerî hebe.”

Dawiya sala 2019an vîrusa Koronayê li bajarê Wuhan ê Çînê belav bû û heta niha 14 hezar û 380 kes tûşî wê vîrusê bûne û 360 kesanan jî ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Dilovan Mihemed, Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, “Em ew ên ji geştê vedigerin dixin jêr çavdêriyê, lêbelê heta niha di ti geştyarekê de nîşana vîrusê nehatiye peydakirin.”

Her derbarê wê mijarê de, Nazim Mihemed, Cîgirê Rêveberiya Tendirustiya Firokexaneya Hewlêrê aşkere kir, piştî belavbûna vîrusê nêzikî 50 – 60 hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji Çînê vegeriyane, lêbelê li gor wan pişkînên li ser wan hatine kirin, ti nîşaneke vîrusa Koronayê di wan kesan de nehatiye dîtin.

Ji bo wan kesên ku ji Çînê vedigerin yekser pişkinîn tê kirin. Her li firokexaneyê formek bi wan tê dayîn ku divê bo maweyê du hefteyan pêdaçûn bo rewşa tenduristiya wan bê kirin, ji ber ku li gor pizîşkan heta du hefteyan nîşanên wê vîrusê li tûşbûyî dernakevin.

Rêveberê Firokexaneya Silêmaniyê dibêje, di hefteya derbasbûyî de, wan dest bi pişkinîna wan geştyaran kirine ku ji Çîn, Îran, Melezya, Endonezya bi transît hatine bo Herêma Kurdistanê.

Tahir Ebdulla dibêje, “Ti geştyarek rasterast ji firokexaneya Silêmaniyê bo Çînê naçe an jî berevajî wê. Ji ber ew geştyar zêdetir ji welatên Qeter û Dubaiyê ve bo firokexaneya Silêmaniyê tên, niha rêkarên taybet hatine girtin bo wan kesên transît diçin an jî tên. Me ji hefteya derbasbûyî ve dest bi pişkinîna wan geştyaran kiriye.”

Li gor gotinên bazirganekî Kurd ku niha li Çînê ye, piraniya wan bazirganên Kurd ku li Çînê bûn vegeriyane.

Bako Hezarmêrdî ku restorantek li Çînê heye, ji Rûdawê re ragihand, “Piraniya bazirganên Kurd vegeriyane Kurdistanê, beşek ji wan ku malbatên wan li wir bûn, malbatên xwe jî birine. Ji ber ku hemû kar li vir rawestiyan, heta hatinûçûn û peywendiyên malbatî jî rawestiyene.”

Ew bazirganê Kurd derbarê mayîna xwe ya li Çînê jî dibêje, “Ji ber ku hevjîna min Çînî ye ez jî li vê derê mame.”

Rudaw
Top