Çavuşoglu: Divê Rûsya sînorekê ji zêdegaviyên Esed re deyne
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew li hember êrîşên rêjîma Sûriyê yên berdewam, destgirêdayî namînin û wan bersiva êrîşa rêjîma Sûriyê dane.
Mevlut Çavuşoglu Rûsya jî xiste ber berpisatiyê û got, di dema dawî de rêjîma Sûriyê zêdegaviyên mezin li Idlibê dike û ji divê Rûsya sînorekê jê re deyne.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duhî ragihand, artêşa Sûriyê êrîşî ser hêzên wan li Idlibê kiribû û di encamê de 8 endamên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, ku di nava wan de 3 kes sivîl bûn.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, wan bersiva êrîşan da û 54 pêgeh armanc girtin û û 76 serbazên Sûriyê bêbandor kirine.
Ji aliyê xwe ve duhî, Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê di daxuyaniyekê de tekez kiribû, şeva 2/3 Sibatê yekîneyên hêzên Tirkî bê agahdariya aliyê Rûsî li hundir “herêma kêmkirina aloziyan” li rojavayê Seraqibê geriyabûn, ji ber wê jî ket ber êrîşeke artêşa Sûriyê li ser teroristan.
