• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî li Sûriyê hat kuştin

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî li Sûriyê hat kuştin
Fermandeyekî pilebilind yê pasdarên Îranê, ku tê gotin hevalekî nêzîk yê Qasim Sulêymanî bû, li Sûriyê hat kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî pasdarên Îranê dane zanîn, fermandeyekî pasdaran bi navê Esqer Paşapûr roja 2 vê mehê li parêzgeha Heleb ya Sûriyê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, ew fermandeyê pasdaran di şerê navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de hatiye kuştin.

Tê gotin ku ew pasdarê han hevalekî nêzîk yê fermandeyê berê yê hêza Quds ya Îranê, Qasim Sulêymanî bûye û bi wî re derbasî Sûriyê bûye.

Qasim Sulêymanî şeva 3 meha borî di êrişeka artêşa Ameîrka de li paytexta Iraqê hat kuştin.

Basnews
Top