• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mazlûm Ebdî pîrozbahiyê li ENKSê dike

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Mazlûm Ebdî pîrozbahiyê li ENKSê dike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî radigihîne, biryara vekirina nivîsgehên ENKSê, gaveke girîng e ji bo avakirina baweriyê.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24 re ragihand, ENKSê biryar daye, di demeke nêzîk de nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.

Li ser vê biryarê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hejmara xwe ya “Twitter” derbarê biryara ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û pîrozbahî li ENKSê kir.

Mezlûm Ebdî nivîsî: “Biryara biraderên ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe, gaveke girîng e di çarçoveya avakirina baweriyê de. Em vê gavê pîroz dikin û tekeziyê li pabendbûna me ya bi nêzîkirina nerînan û yekrêziya Kurdî dikin. Ev gav bi berpirsyatiyên hemû aliyên re digunce û bi awayekî aktîv bandorê ji bo dîtina çareseriyeke dadperwerane ji doza Kurdî re li Sûriyê dike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek ragihandibû.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser roja 17ê Berçileya 2019an ragihandibû, li ser destpêşxeriya HSDê û ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê siyasî bike.

K24
Top