Welatiyekî Kurd li Efrînê bi topên Tirkiyê hat kuştin
Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva Yekşemiyê 2ê Sibatê ve heta sibehî ya roja Duşemê 3ê Sibatê gundê Aqîbê û derdora wê li devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kiriye û di encamê de welatiyekî sivîl ê Kurd bûye qurbanî.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, welatiyê ku di encama topbarana Tirkiyê de canê xwe ji dest daye, navê wî Elî Şeiban Melle bûye û niştecihê gundê Aqîbê li devera Şêrawa bûye.
Bi sedema topbaranê zirar gihiştiye mal û milkên gundiyan.
Piştî ketina Efrînê, ku di 18ê Adara 2018 de piştî şerekî 58 rojî kete bin kontrola Tirkiyê, tenê 12 gundên devera Şêrawa ya Efrînê di destê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de mane. Ew gund hevsînorê devera Şehba ne, ku ew dever jî hêj di kontrola hêzên Kurdî û YPGê de ye, û navenda wê bajarê Til Rifet e.
Navendên artêşa Sûriyê û Rûsya jî li nêzîkî wan gundan li navçeya Şehbaê hene.
Rudaw
