• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in hikûmata dahatî ya Iraqê pabend be bi çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in hikûmata dahatî ya Iraqê pabend be bi çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî li Serokatiya Herêmê civiya.

Di destpêkê de, Serokê Herêma Kurdistanê destxweşî li Serokê Hikûmetê û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe bo pêngavên hikûmetê yên pêşkêşkirina xizmetguzariya giştî û projeyên hikûmetê û bawerîdana bi proseya çaksaziyê di çarçova karnameya Kabîneya Nehem de derbirî û daxwaz kir ku xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdisatanê bê cudawazî bê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, ku Herêma Kurdistanê hevkar û yarmetîdar dibe, ji bo Iraq ji vê rewşa neasayî ya niha derkeve û got jî: Xwezyar in pirsgirêkên me bi Hikûmeta Federal re li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê da, ku Herêma Kurdistanê berdewam dibe, ta li navçeyê faktereke seqamgîriyê be û pêwendiyên wê yên hevseng jî bi hemû aliyan re hebe, li ser binemaya rêzgirtina hevbeş.

Piştre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, bo piştevaniya wî li Kabîneya Nehem û amaje bi wê da, ku bi proseya çaksaziyê berdewam dibin, ku ew beşeke sereke ya karnameya Kabîneya Nehem e û aramnca wê pêkanîna dadperwerî û berjewendiya giştî ya xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê rewşa niha ya Iraqê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, her ji destpêka destbikarbûna me ve, me hewl da pirsgirêkên xwe bi Hikûmeta Federal re çareser bikin û hêvîdar in hikûmata dahatî ya Iraqê jî bi hevtêgihîştina di navbera me de li ser binemaya destûrê hatiye kirin pabend be.

Piştre Wezîrên Tenduristî û Navxwe raportên xwe yên derbarê vîrûsa (Korona 2019) û rêkarên xweparastinê û rêgirtina li wê vîrûsê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin. Tekez kirin jî, heta niha ti keyseke tûşbûna bi wê virûsê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Basnews
Top