• Wednesday, 11 February 2026
logo

Soran Omer, gule li tankerên gazê berdanê wek karê mafyayî pênase dike

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Soran Omer, gule li tankerên gazê berdanê wek karê mafyayî pênase dike
Endamê fraksiyona Komela Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, ku li dijî her bûyerekî rast an jî nerast li sînorê Hewlêr û Duhokê helwêst nîşan dide, dawiyê de gule berdana li tankerên gazê wek karê mafyayî pênase kir, lê navên wan mafyayan neyna.

Şeva borî cara duyem li sînorê Silêmaniyê gule li 3 tankerên veguhestina gazê hatin berdan.

Vê derbarê de Soran Omer di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, bûyerek gule berdanê pêkhatiye di navbera Çemçemal û Qerehencîr de.

Soran Omer got: ‘’Tişta ku pêktê, çeteyî û mafyayî ye bi çek û hêzên ewlehiyê ve wah davêjin ser şîrket û tankerên veguhestina sotemeniyê.’’ Lê bi ti awayekî behsa navên wan çete û mafyayan nekir ku rêgiriyê dikin li veguhestina gaza malan de.

Basnews
Top