• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên vîrsa Koronayê gihîşt 427 kesan

Gulan Media February 4, 2020 Nûçe
Hejmara qurbaniyên vîrsa Koronayê gihîşt 427 kesan
Li Çînê 64 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Coronavirus) canê xwe ji dest dan. Li Hong Kong jî yekemîn kes bi vîrûsa Korona canê xwe ji dest da û bi wî awayî hejmara kesên ku bi sedema vê vîrûsê mirine, gihîştiye 427 kesan.

Hikûmeta Çînê ragihandiye, ku 64 kesên din bi sedema vîrûsa Koronayê li herêma Hobey a li naverasta wî welatî canê xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku li Çînê canê xwe ji dest dane gihîşte 425 kesan.

Herwiha îro Sêşemê 4ê Sibatê yekemîn haleta mirina bi virus aKoronayê li Hong Kongê hat tomarkirin, ku ew bû duyemîn haleta mirina bi vê vîrûsê li derveyê Çînê. Li Hong Kongê bi giştî heta niha 15 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Pêştir welatiyekî Çînê li Fîlîpînê ku bi vîrûsê nexweş ketibû, wek yekemîn haleta mirinê li derveyî Çînê, canê xwe ji dest dabû.

Li derveyê Çînê heta niha tenê 2 kes ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Têkildarî hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine, hejmara kesên tûşbû her ku diçe bilindtir dibe. Li gor datayên ku hikûmeta Çînê belav kiriye, herî dawî hejmara kesên ku li wî welatî bi virusa Koronayê ketine, gihîştiye 20 hezar û 438 kesan.

Piraniya kesên ku bi vîrûsê ketine û yan jî bi sedema vê vîrûsê mirine, her ji herêma Hubey ya Çînê ne, ku navenda derketin û û peydabûna vîrûsê li bajarê Wuhanê yê wê herêmê ye.
Herwiha li derveyî Çînê û welatên din ên cîhanê jî hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, gihîştiye 151 kesan.

Her îro Sêşemê 4ê Sibatê hat ragihandin, ku yekemîn haleta tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li Belcîkayê hat tomarkirin.

Piraniya welatên cîhanê dest bi cîbicîkirina rêkarên gelek tund ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê kirine, ku ew yek bûye sedema zirarek mezin a aborî bo welatên cîhanê. Vê vîrûsê herwiha zirareke mezin gihandiye aboriya Çînê.

Bazara borseya Çînê vê heftiyê û piştî 10 rojên betlaneyê, bi ketina pişkan dest pê kir û buhayê pişkên wê borseyê bi rêjeya ji sedî 8 daket.

Li gor hin amaran, vîrûsa Koronayê heta niha zirareke 370 milyar dolarî gihandiye borseya Çînê.

Vîrûsa Koronayê ji destpêka îsal ve li bajarê Wuhan ku dikeve herêma Hubey ya Çînê peyda bûye û bi awayekê bilez belav dibe.

Ji bo rêgirîkirin ji belavbûna vê vîrûsê hikûmeta Çînê hatin û çûn û derketina ji hejmarek bajarên herêma Hubey qedexe kiriye, û nifûseke 50 milyon kesî ya xelkê wî welatî di bin qerentîneyê de ne û têne kontrolkirin.

Hikûmeta Çînê herwiha ji bo dermankirina nexweşên vê vîrûsê, li bajarê Wuhanê nexweşxaneyeke hezar texteyî di nava 10 rojan de ava kirk u doh roja Duşemê 3ê Sibatê karê avakirina wê bi dawî hat.

Rudaw
Top