ENKS: Bila Serok Barzanî jî di dema rêkeftina me û PYDê de amade be
Serokê nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê, Ebdulkerîm Mîranî ji BasNewsê re got, ENKSê biryar daye dîsa ofîs û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.
Ebdulkerîm Mîranî her wiha got, fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî soz daye me baregehên me biparêze.
Wî berpirsê ENKSê anî ziman ku eger wan û PYDê li hev kirin, bila di dema îmzekirina rêkeftinê de Serok Barzanî, nûnerên Amerîka û NY jî amade bibin.
Basnews
