• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokatiya Parlemana Kurdistanê cejna Çilê Zivistanê li Êzdiyan pîroz dike

Gulan Media February 3, 2020 Nûçe
Serokatiya Parlemana Kurdistanê cejna Çilê Zivistanê li Êzdiyan pîroz dike
Bi boneya cejna Çilê Zivistanê ya Êzdiyan, Desteya Serokatiya Parlemana Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê kir.

Di peyama Desteya Serokatiya Parlemana Kurdistanê hatiye: “Bi boneya hatina cejna Çilê Zivistanê ya Êzdiyan, ciwantirîn pîrozbahî arasteyî Mêrê Êzdiyan, Civata Ruhanî û xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin. Hêvîdar in ev cejn bibe sedama aştî û aramiyê û kûrbûna zêdetir a giyana tevabî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û bibe sedema azadkirina tevahiya dîlan û vegera jiyanê bo navçeyên we”.

Îro 02.02.2020an cejna Çilê Zivistanê ya Êzdiyan e û merasîmên Çilê li perestgeha Laleş û li nav gund û deverên Êzdiyan birêve diçin.


K24
Top