• Wednesday, 11 February 2026
logo

Yekîtiya Ereban plana Amerîkayê bo Filîstînê red kir

Gulan Media February 2, 2020 Nûçe
Yekîtiya Ereban plana Amerîkayê bo Filîstînê red kir
Wezîrên welatên ereban ji bo nîqaşkirina "Projeya Aştiyê" ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye civiyan. Serokê Filistînê Mehmûd Ebas got: "Me ev civîna awarte xwest da ku helwesta desthilatdariya Filistînê ya ji projeya Amerîkayê ji wezîrên Ereb re bi bidin naskirin."

Îro roja şemiyê 01.02.2020an Serokê Fîlîstînê Mehmûd Ebas got: "Peymana Sedsale bi hemû awayan redkirî ye. Destilatdariya Filistînê biryar da ku têkilyên xwe bi Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê di nav de aliyên ewlehî qut bike."

Herwiha Ebas wiha domand: "Me nameyek ji Amerîka û Îsraîlê re şand ku ti têkiliyên me bi we re nemaye, di nav de têkiliyên ewlehiyê ji ber înkarkirina we ji lihevkirinên rewa yên îmzekirî yên navdewletî. Îsraîlê wekî hêzeke dagirkir berpirsyartiya vê yekê hildigire."

Sekretêrê Giştî yê Komara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt got: "Îsraîl projeya aştiyê ya Amerîkayê fêm dike, rastegerên Îsrasîlê vê projeyê wekî ferzendekê ji bo pêkanîna armancên xwe dibîne."

Herwiha Ehmed Ebû El-Xeyt anî ziman: "Civîna îro nameyek e ku Filistînî ne tenê ne. Doza Filistînê doza ereban hemûyan e. Civîna îro sekina piştgiriya bi gelê Filistînê re ye. Divê aloziya li Filistînê û parçebûna navxweyî bi dawî bibe."
Top