• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berfê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestand

Gulan Media February 2, 2020 Nûçe
Berfê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestand
Li Bakurê Kurdistanê rêyên 2 hezar û 25 gundan ji ber berfê hatin girtin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî berfê bandoreke neyînî li ser jiyana hemwelatiyan kiriye û herwiha ji ber berfê çûn û hatin di rêya navbera Pîranşar û deriyên sînorî yê Hacî Omeran de jî zehmet bûye.

Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand. Ji ber berfa zêde bapûkê rêyên 2 hezar û 25 gundan ligel ‎navendên bajaran hatin girtin. Otomobîl di rêyan de bûne rêz û kar û barên paqijkirin û vekirina rêyan ‎berdewam in.‎

Barîna berfê ku roja 31ê Çile piştî nîvro destpê kir, bi şev bê navber berdewam bû. Vê sibê ku barîna ‎berfê hinekî kîm bû, rêyên 2 hezar û 25 gundan hatin girtin. Li Erzeromê 852, Agirî 450, Mûş 311, Qers ‎‎181, Erzîngan 171 û li Ixdirê jî rêyên 60 gundan hatin girtin.‎

Li navenda bajarê Mûşê 59 santîmetre, Qers 46, Erzîngan 45, Agirî 40, Qers 20, Erzerom 11 û Ixdirê jî 4 ‎santîmetre berf bariya ye. Ji ber berfa zêde çûn û hatin zehmet bûye, otomobîl li ser rêyan bûne rêz û ‎rewş gelekî dijwar e.‎

Li aliyê din, berfê li Rojhilatê Kurdistanê jî bandoreke neyînî li ser jiyana hemwelatiyan kiriye û hatin û çûn li gelek rêyan zehmet bûye.

Her ji ber barîna berfê çûn û hatin di rêya navbera Pîranşar û deriyên sînorî yê Hacî Omeran de jî zehmet bûye.

Rêveberê rê û veguhestinê yê parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê da xuyakirin ku ji ber barîna berfê û hebûna ba hatin û çûn di rêya navbera Pîranşar û deriyê sînorî yê Hacî Omeranê de zehmet bûye û daxwaz ji ajokaran kir û bi pabendî şert û mercên tendirustiyê bin.

Erselan Şukrê herwiha da xuyakirin ku ji ber berfê hatin û çûn li cadeya navbera Mehabad û Bokanê jî zehmet bûye û daxwaz kir ku şofêr haydar bin.

Her ji ber barîna berfê îro lo gelek deverên parêzgeha Urmiyê xwendin li dibistanan nebû.

Rudaw
Top