• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mazlûm Ebdî: Di şerê Serêkaniyê û Girêspî da kêmasiyên me hebûn

Gulan Media February 2, 2020 Nûçe
Mazlûm Ebdî: Di şerê Serêkaniyê û Girêspî da kêmasiyên me hebûn
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeye Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî aşkere kir ku di şerê Girêspî û Serêkaniyê da kêmasiyên wan hebûne û ew xwe rexne dikin.

Îro roja şemiyê 01.02.2020an Mazlûm Ebdî ji rojnameya Yeni Ozgur Politika ya ser bi PKKê ra axivî. Derbarê proseya dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girêspî da got: Helbet di dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî de kêmasiyên me çêbûn. Em beriya her tiştî ji ber vê xwe rexne dikin. Ji ber ku amadekariyên lazim ên berxwedana eskerî û dîplomatîk li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê nehatin kirin, ev encama hanê derket holê. Dewleta Tirkiyê dizanî em dixwazin amadekariyên xwe yên berxwedanê bi dawî bikin. Ji ber wê bêyî ku guh bide nerazîbûnan xwest dest bi êrişa dagirkeriyê bike.”

Herwiha Ebdî derbarê rola Amerîkayê jî da zanîn Amerîkayê nexwest li hemberî dewleta Tirkiyê berjewendiyên xwe bixe tehlûkeyê. Ji ber wê heta astekê ew bêdeng ma û di encamê de ev êriş bûn.

Di berdewamiyê jî da Ebdî ragihandiye Tirkiye nema kare bi hêsanî êrîşê wan bike û gotiye: “Hin dersên em ji vê bigirin hene; di warê eskerî, siyasî û dîplomatîk de me hin ders derxistin. Em dikarin bibêjin, ji niha û pêve êrişên dewleta Tirkiyê wê hêsan nebin. Dersên me derxistî û tedbîrên me girtî wê bikin ku êriş pûç bibin. Dewleta Tirkiyê dît ku li deverên din amadekariyên me xurttir in û li hemberî berxwedana mezin a li van deveran, ew ê eskerî bi ser nekeve êrişên dagirkeriyê sînordar kirin.”

Basnews
Top