• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê li Xaneqîn: Heşdî Şeibî û DAIŞê hemû sînorê Neftxaneyê kontrol kirine

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
Berpirsekî PDKê li Xaneqîn: Heşdî Şeibî û DAIŞê hemû sînorê Neftxaneyê kontrol kirine
Berpirsê baskê Xaneqînê yê PDKê zanyarî li ser rewşa navçeyê dan û behsa metirsiya DAIŞê û Heşdî Şeibî ya li wî sînorî dike.

Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê Şêx Cehfer Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewş li Xaneqînê nebaşe û xelk ditirse. Guman heye bûyerên vê dawiyê û têkdana rewşê de destê Heşdî Şeibî jî hebe. Ji ber DAIŞ, rawestgehan datînin û bûne asteng bo hatûçûn di navbera Xaneqîn û Baqûbe de û xelk ditirse. Berê tenê bi şev gule berdidan û nah bi aşkerayî xelkê direvînin.’’

Herwaha got: ‘’Heşdî Şeibî û DAIŞ hatine bo Neftxaneyê û vê carê bi çekên pêşketî û Humarên leşkerî ve li Neftxaneyê bicîh bûne. Xelkê nav kampan de jî bi navê ewlehiyê ve kirine der. Naha Neftxane bûye du beş û beşa xwarê ya rojhilat heta Mendelî hemû tûnelên DAIŞê ye. Beşa rojhilat û navçeyên din hêzên DAIŞê lê bicîh bûne û beşa din jî dest Heşdî Şeibî de ye. Demeke Heşdî Şeibî jî hêzên wan hatine guhertin û hêzên leşkerî yên komandoyên fewca 3 anîne bo vê navçeyê û heta binkeyê 15ê yê PDKê yê Xaneqînê jî hêz lê bicîh kirine.’’

Şêx Cehfer Mistefa got: ‘’DAIŞ li navçeyên Cebare, Qeretepe, Gulale (Celewla), Seidiye û Hemrînê belav bûye û bi şev hatûçûnê dikin û erebên sunne jî alîkarê wan in.’’

Derbarê hêzên Pêşmerge de jî got: ‘’Li sînorê aliyê din ê Sîrwanê û aliyê Qeretepe jî Pêşmergeyên lîwaya 3 û 5 hene û lîwaya hevbeş jî vî milê Sîrwan e û binkeyê Bawe Mehmûd heye, ku tekele di navbera Heşdî Şeibî û Pêşmerge de. Lê Pêşmerge ji Heşdî Şeibî guman dike, ji ber bawerî bi wan nayê û Pêşmerge di amadebaşiyê de ye.’’

Basnews
Top