Rêwaz Fayeq: Metirsiyên mezin li ser destkevtên me yên siyasî û destûrî hene
Rêwaz Fayeq, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, di peyama xwe de ragihand, vî karê li dijî mirovahiyê bo hemû cîhanê selmand ku ew ji tarîkistanê hatin û li dijî jiyandostî û aramiyê ne.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê, herwiha di peyama xwe de behsa gef û metirsiyan kir û ragihand, “Em bi pêwîstî dizanin wê rastiyê dûpat bikin ku gef û metirsiyên zêde li ser destkevtên siyasî û mafê me yên destûrî hene û berjewendiyên giştî yên me ji me dixwazin ku her tim yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê biparêzin û kûrtir bikin.”
Seroka Parlamentoya Kurdistanê dibêje, “16 sal berî niha, îro, roja 1ê Sibata 2004an, di karesatekî diltezîn û xwînavî de, bi planekî destê tarî yê terorîstan, gelê me û xelkê xweragir ê bajarê Hewlêrê, li nav herdu melbendên 3 ya YNKê û liqa 2 ya PDKê, rûbirûyê du êrişên terorîstî yên xwekujî bûn.”
Di peyama xwe de Rêwaz Fayeq, amaje bi roja encamdana wan êrişan ku di yekem roja cejna Qurbanê de hatin kirin û şehîdbûna bi dehan kesan kiriye di wan êrişan de û ragihandiye, “Vî karê li dijî mirovahiyê bo hemû cîhanê selmandiye ku ew ji tarîkistanê hatin û li dijî jiyandostî û aramiyê ne, lêbelê xweşbextane bi saya yekrêzî û lixweborîna gelê me û tebaya di navbera hêz û aliyên siyasî û hemû pêkhateyên xelkê Kurdistanê roj bi roj qewareya Herêma Kurdistanê cîgirtir û bihêztir bûye.”
Roja 1ê Sibata 2004an, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li liqa 2 ya PDKê û melbenda 3 ya YNKê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çê bûn. Di encama wan êrişan de li herdu baregehan, 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.
Rudaw
