• Wednesday, 11 February 2026
logo

Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa derket

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa derket
Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa derket û bi hezaran jî xelkê Londonê bi sedema derketina welatê wan ji Yekîtiya Ewropayê aheng dikin.

Demjimêr 11ê şeva bûrî bi dema Londonê, Brîtanya piştî 47 salan ji endametiya di Yekîtiya Ewropayê de derket û bi hezaran kes jî li pêş Parlemana Brîtanyayê kom bûn û bi wê sedemê ahengên xweşiyê kirin.

Brîtanya di sala 1973an de bû enama Yekîtiya Ewropa û ji sala 2016an ve bi riya referandumekê, piraniya Brîtaniyan deng da derketina ji Yekîtiyê.

Lê ji ber nakokiyên parlemanteran û aliyên siyasî, bicihkirina biryara referandumê ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê zêdetir ji 3 salan e dirêj kir.

K24
Top