• Wednesday, 11 February 2026
logo

PDK: Em ne li gel hilbijartinên pêşwext in lê eger biryar hat dayîn emê qebûl bikin

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
PDK: Em ne li gel hilbijartinên pêşwext in lê eger biryar hat dayîn emê qebûl bikin
Berpirsê dezgeha hilbijartinên PDKê dibêje, ew li dijî hilbijartinên pêşwext in li Iraqê, lê eger were kirin jî ewê girêdayî wê bin.

Duhî mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî bi rêka nûnerê xwe daxwaz kir, bo nehîştina kirîz û kêşeyên niha, li Iraqê hilbijartinên pêşwext were kirin.

Berpirsê dezgeha hilbijartinên PDKê, Xesro Goran li ser vê mijarê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji mêjve daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin. Ji bilî mezinê şîeyên Iraqê, NY û Amerîka jî vê yekê dixwazin. Lê heta niha ti biryarek di vî warî de nehatiye dayîn.

Xesro Goran her wiha gotiye, PDK li dijî hilbijartinên pêşwext e lê gava biryar hat dayîn û hat kirin wê çaxê PDK jî dê qebûl bike.

Basnews


Top