Tirkiya gemîyeka pir ji zirêpoşan digehîne Lîbya
Elmismarî ragehand, ew gemîya Tirkiyê li bendera Tarablusê li roja 28/1/2020 hatîye valakirin.
Got jî: Em evê destewerdana Trikiyê di karûbarê Lîbya şermezar dikîn û bi vajîya hemû yasa û rêsayên nêvdewletî diznîn.
Berê jî çavkanîyeka serbazîya Firansayê, bi ajansa nûçeya Firans Pirês ragehandibû, ew gemîya Tirkiyê hejmareka zirêpoşan gehandîye Lîbya.
Ewî çavkanî xuya jî kirîye, Girgemîya Şarl Dîgol a Firansayî, çavdêrîya gemîya Trikiyê kirîye ku alaya Lubnanê hildabû.
K24
