• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiye- Partiyên opozisyonê baca erdhejê ji hikûmetê dipirsin

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
Tirkiye- Partiyên opozisyonê baca erdhejê ji hikûmetê dipirsin
Li Parlamena Tirkîye, Serokên partîyên opozisyonê liser erdheja Xarpêt û Meletîyê rexneyên giran li desthilata AK Partî girtin û hesabê bacên erdhejê pirsîn. Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu da zanîn, ku divê desthilatdar hesabê her qiruşekê, bide gel. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî, da zanîn, desthilatdar bi berdewamî wîjdana civakî jihev cihê dike.

Li Parlamentoya Tirkîyeyê ji xeynî partîya desthilatdar AKP û şirîkê wê yê Tifaqa Cumhurê MHPê partîyên mixalefetê komcivînên xwe yên heftane lidar xistin. Di rojeva serokên partîyên sîyasî da erdheja li Xarpêt û Meletîyê hebû. Serokê CHPya Partîya mixalefeta sereke Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku divê desthilatdar hesabê qiruşekê jî bide gel û got, divê dewlet şefaf be û hemwelatî jî hisabê bacên xwe ji dewletê bipirsin.

Kemal Kiliçdaroğlu - serokê CHPê- got:-"Heke îro Komara Tirkîyeyê di Endeksa Gendelîyê ya Navneteweyî da bi rêjeya 13an bipaş ketibe; divê em qebûl bikin ku hisabê bacên ku ji me tên girtin nayê dayîn. Ev 17 sal in ku hûn îqtidar in, baca erdhejê digrin, we ji bo tedbîrên erdhejê çi kirine? Ya ku şikestî ya xetên fayê nîn in, perdeya rûyê qesrê qetîyaye. Sîyaset amûra berjewendîyê nîne."

Partîya Demokratîk a Gelan HDP jî li Parlamen komcivîna xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan da zanîn ku erdhej di hestên êş û piştgirîyê da civakê digihijîne hev. Her wiha Bildan got, desthilatdar jî bi berdewamî wîjdana civakî jihev cihê dike.

Pervin Buldan - hevseroka HDPê- dibêje:"Hûn bawer kin, mexdûrîyeta ku vê desthilatê li civakê çêkirîye ji tesîrên erdhejê zêdetir e. Me heman hişmendîyê di erheja Wanê da jî dîtibû. Alîkarîya erdhejê ya Şaredarîya me ya Wanê bi destê desthilatê hatibû astengkirin. Niha em careke din şahidî li vê hişmendîyê dikin ku didome."

Serokên partîyên sîyasî di axaftinên xwe da ragihandin ku ew ê bibin şopgerê hemû tedbîrên ku bo erdhejê bên girtin û ji desthilatê daxwaz kirin ku bo Stembola ku xetereya erdhejê lê heye tedbîrên hewce bêne girtin.

Basnews
Top