Li beravên Tirkiyê 38 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin
Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyê ragihandiye, şeva derbasbûyî hejmarek koçber ku hewl didan bi awayekî neyasayî bi rêya deryayê sînor derbas bikin û xwe bigihînin Yunanistanê, ji xeniqînê hatine rizgarkirin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyê, ji ber rewşa xirab a keşûhewayê û şepêlên bilind û bihêz ên avê, koçberên di nav wê belemê de ji ber metirsiya niqumbûna belema wan, ligel navenda Bihawarveçûna Bilez ketibûne peywendiyê û daxwaza alîkariyê kiribûn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber şepêlên bilind û bihêz, av çûye nav belemê û metirsiya niqûmbûnê hebûye, û ji ber wê yekê koçber ligel tîmên Ewlekariya Beravan dikevin têkiliyê û li ser wê esasê tîmên ewlekariya beravan digihin cihê bûyerê û her 38 koçberên di belemê de rizgar dikin.
Hatiye ragihandin, ku ji wan 38 kesên di belemê de, 35 kes koçberên Sûrî û 3 kes jî Felestînî bûne.
Fermandariya Ewlekariya Beravên Tirkiyê destnîşan kiriye, koçber bo bejayiyê hatine veguhestin û pişkinîna tendirûstî bo wan hatiye kirin, herwiha Fermangeha Koç û Koçberan a Parêzgeha Aydinê xwarin û tiştên pêwîst dane wan.
Rudaw
