• Wednesday, 11 February 2026
logo

Termê jineke Kurd li beravên Antalyayê hat dîtin

Gulan Media January 31, 2020 Nûçe
Termê jineke Kurd li beravên Antalyayê hat dîtin
Li Tirkiyê, termê jineke Kurd a xelka Rojhilatê Kurdistanê li beravên bajarê Antalyayê hat dîtin.

Rêveberiya Polîsê Antalyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, navê wê jina Kurd Çinûrî Yûnisî û41 salî bûye û termê wê 3 roj beriya niha li beravên seyrangeha Konyaaltî ya bajarê Alnatalyayê li başûrê Tirkiyê hatiye dîtin.

Rêveberiya Polîsê Antalyayê diyar kiriye, tîmên polîs termê Çinûr Yûnisî ji bo otopsiyê şandine Pizîşkiya Dadê yaw î bajarî û cenazeyê wê jina Kurd heta niha jî li wê derê maye.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Polîs, ew bi têkilî û agahîdayîna welatiyên ji bûyerê agahdar bûne û li ser wan zanyariyan, hêzên polîs çûne beravnên seyrangeha Konyaaltî ya Antalyayê û piştî pişkinîna term, nameyek ji berîka wê jinê de hatiye dîtin û ku bi zimanê Tirkî têde hatiye nivîsandin: “Êdî naxwazim bijîm, ez ji xwe bêzarim.”

Heta niha sedema mirina wê jina Kurd nehatiye zelalkirin û ne diyar e ka wê xwe kuştiye yan jî hatiye kuştin.

Polîsê Tirkiyê derbarê sedema mirinê de ti agahî nedane û tenê amaje bi hebûna nameya di berîka wê de kiriye.

Li gor agahiyan, şeş meh beriya niha Rêveberiya Koç û Penaberan a Tirkiyê nameyek dabûne Çinûr Yûnisî ku divê ji Tirkiyê derkeve.

Çinûr Yûnisî xelka bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bûye û dema 3 salan bûye ku wek penaber li Tirkiyê dijiya.

Rudaw
Top