• Wednesday, 11 February 2026
logo

Termê hvewelatîyekê revandîyê Qeretepeyê hat vedîtin

Gulan Media January 31, 2020 Nûçe
Termê hvewelatîyekê revandîyê Qeretepeyê hat vedîtin
Şeva burî, çekdarên Daişê li ser rêya Qeretepe- Kifrî rêbendek danabû û çend hevwelatîyek revandin. Serê sipêdeya evro jî termê yek ji wan revandîyan hat vedîtin.

Nûçegehanê Kurdistan 24 li germîyan ragehand, çekdarên Daişê gelek otombêlên hevwelatîyan rewstandine û teq li çend otombêlên din kirîne û 8 hevwelatî jî revandîne ku 3 ji wan xwîndkar bûn û 5 kesên din jî şûfêr û hevwelatî bûn.

Ragehand jî: Serê sipêde ya evro termê hevwelatîyekî, bi navê Mehemed Semîn û otombêla wî hat vedîtin û çarenivîsa revandîyên din nedîyare.

Amaje bi wê yekê jî kir, hatinûçûn bi wê rêyê re bi şevan gelek metirsîdare û hêzên ewlekarîyên Îraqê nekarîne asayîşa bo wê rê dabîn bikin.

Bûyera revandina hevwelatîyên Qeretepe , piştî wê yekê dihêt ku berî kêmtir ji hefteyekê , çekdarên Daişê li sinûrê qeza ya Daqûqê hêrişkirin ser lîwayeka supayê Îraqê û ji encama rûbirûbûnê di navbera wan de dû serbazên sûpayê Îraq hatin kuştin.

K24
Top